Qeymeqamê navçeya El-Kaîmê Ferhan Fetîhan daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha got: "Milîtanên DÎŞIê kontrola deriyê sînor ê Iraqê El-Kaîm û El-Velîd digel deriyê sînor ê Tarîbîlê bi dest xist. Herwiha DÎŞIyê li heremê xendeq kola û herêmê dorpêç kir."
Ji aliyê din ve hat diyarkirin ku milîtanên DÎŞIyê kontrola bargeha 16. Lîvaya Piyadeyê ya li Diyalayê jî bi dest xist.
Li gor agahiyên çavkaniyên ewlehiyê, hêzên ewlehiyê li dijî milîtanan tevnegeriyan, milîtan bi awayekî hêsan ketin baregehê û wesayitên leşkeriyê yên di baregehê de şewitandin. Hat ragihandin ku di bûyerê de tu kes nemir û birîndar nebû.
Wezareta Karên Hundir duh daxuyanî dabû û di daxuyaniyê de agahiyên der heqê DÎŞIyê de, ên wekî "DÎŞIyê 3 deriyên sînor ên li ser sînorê Iraq, Sûriye û Urdunê bi dest xistiye" derewandibû.
Ev demeke ku li herêmê şer berdewam dike. Milîtanên DÎŞIyê digel hin hêzên eşîran kontrola bajarên Mûsûl, Tîkrît, Bakûba û Telaferê digel navçeyên El-Kaîm, Rave, Aneh, Retbe û Hadîseyê yên li ser Enbarê bi dest xist. Ji ber şer û pevçûnan nêzî milyonek sivîlî ji herêmê koç dike.