RIYAD
Hat ragihandin ku Ebdillah bîn Ebdilezîzê Qralê Erebistana Siûdî yê 91 salî li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin mir.
Di daxuyaniya Qraliyeta Erebistana Siûdî da hat diyarkirin ku Ebdillahê Qral ev 3 hefte bû li nexweşxaneyê dihat dermankirin bi şev mir.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku Ebdillahê Qral li gor saeta herêmî ya Siûdî di saet 01.00ê da mir û cinazeyê Qral yê piştî nîvro li Riyadê bê binaxkirin û serxweşî da hat dayîn.
Di daxuyaniyê da hat eşkerekirin ku li gor qanûnên Erebistana Siûdî, Selman bîn Ebdilezîzê welîehd hate dewsa wî û bîat hat hildan.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku ji Selman bîn Ebdilezîzê Qralê Erebistana Siûdî ra Mukrîn bîn Ebdilezîz wek welîehd hat tayînkirin.