Şairê mezin ê kurd Ebdulla Peşêw ê ku ji aliyê Komeleya Nivîskarên Kurd (Kurd-Pen) ve ji bo Xelata Nobelê ya Edebiyatê wekî namzed hat nîşandan di çalakiya ku li Wanê hat lidarxistin de li gel xwendevanên xwe hat bal hev.
Peşêwê ku wekî mêvanê Şaredariya Mezin a Wanê hat bajêr, li Hola Tûşbayê ya Odeya Bazirganî û Pîşesaziya Wanê helbestên xwe xwendin.
Peşêw li vir helbestên xwe yên mîna "Sedan Sal e", "Birakujî", Mîrê Dizan" û "Gencîne" xwend.
Sekretera Giştî ya Kurd-Penê Berîvan Doskiyê jî helbestên ku Peşêw bi kurdiya soranî xwend ji bo guhdaran wergerand kurdiya kurmancî.
Di nava guhdarên Peşêw de xeynî Hevşaredara Wanê Hatîce Çoban, Serokê Şaxa Mazlûm-Dera Wanê Yakûp Aslan û hin nûnerên saziyên sivîl jî hebû.
Di dawiya bernameyê de Peşêw li gel hezkirî û mihibên xwe wêne kişand.