DIYARBAKIR
Malbatên ku zarokên wan di şer û pevçûnan de mirine piştgiriyê didin banga çekdanînê ya PKKyê û dixwazin ku êdî aştî pêk bê.
Ji bo ku dilê dê û bavên din jî neşewite û ciwanên din jî nemrin malbat pêşveçûnên pêvajoya çareseriyê ji nêz ve dişopînin.
- Qîzeke wî mir, qîzeke wî jî birîndar bû
Midûrê Bajêr ê Werziş û Xizmetên Ciwaniyê Husam Olgaç ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku ew pir kêfxweş in ku pêvajoya çareseriyê dewam dike û wiha axivî:
"Di 20ê îlona 2011an de li Sêrtê êrîşî wesayîtekê kirin û di êrîşê de qîza min Nurcan mir û Gulcan jî birîndar bû. Li herêmê pir êş heye, hêsir tên barandin. Em dê û bav pir giriyan. Înşallah bi pêvajoya çareseriyê ve çêkên neyên bikaranîn û her kes wê di nav aştiyê de bijîn.Ji bo ku êdî ev bûyer çênebin û xwîn neherike gelê herêmê hemû dia dike."
- "Em li dijî şer in"
Abdurrahman Çekînê ku di heman êrîşê de qîza wî ya bi navê Kevser mir jî wiha axivî: "Êdî bila ne dê û ne jî bav bigrîn. Bila ocaxa tu kesî kor nebe û bila aştî çêbibe. Ziman û zarava çi dibe bila bibe, bila her kes bibe xwîşk û bira."
Çekîn got ku wan bi têra xwe êş kişandine û wiha dewam kir: "Yên li çiya jî mirovên me ne. Bila ew jî vegerin malên xwe. Bila leşker û polês jî nemrin. Me ev êş kişand, bila kesên din vê êşê nebînin. Dema cinazê qîza min li erdê bû jî, îro jî fikra min neguherî. Em piştgiriyê didin çekdanînê. Ji bo vê bangê derengî jî man. Em li dijî şer in."
- " Ji bo ku êş biqedin divê çek bên danîn"
Şemsettîn Suerê ku di 3ê çileya paşîn a 2008an de kurê wî Ridvan di êrîşeke bibombe a li ber dersxaneyekî de miribû jî got ku ew kêfxweş in ku pêvajoya çareseriyê dimeşe.
Suer ji bo kurê xwe helbestek nivîsandiye wiha axivî: "Dilê malbatan şewitî û wan gelek hêsir barandin. Êdî hemû welêt ji van bûyeran bêzar e. Em piştigiriyê didin vê pêvajoyê û çekdanînê. Dema kurê min mir û li hember êşa wî ez qewîn sekinîm û min gotinên aqlêselîm got, bi ya min ji bo vê pêjavoyê bû çirûskeke. Min gotibû bila cihê ku kurê min mir navê wî bê parastin û ev jî ji bo aştiyê gavek û çareseriyek bû. Ji bo ku ev êş biqedin, em dixwazin ku dev ji çekan bê berdan."