DIYARBAKIR
Serokê Giştî yê Partiya Doza Azad (Huda-Par) Huseyîn Yilmaz li Hezexa navçeya Şirnexê der heqê bûyera bi destê HDPyiyan kuştina 2 kesên ji Huda-Parê da wiha got: "Em nizanin wê ev êrîş, zilm û hovîtî heta çi çaxê dewam bike. Terefê din jî ji bo pêşîlibergirtina van êrîşan di nav hewldanê da nîne."
Yilmaz li Serokatiya Bajêr a Diyarbekirê ya partiya xwe daxuyanî da û wiha got: "Li gundê Kozlucaya Hezexê, kesekî ku berê ji KCKyê ketiye hepsê û serbest hatiye berdan, gule berdaye ser gundiyan. Di êrîşê da du endamên partiya me birîndar bûn û li nexweşxaneyê mirin."
Yilmaz destnîşan kir ku ji bo dayik negirîn û xûn nerije divê êrîşên wiha çênebin û wiha xeberda: "Divê dawî li van êrîşan were. Bira civak û alîgirên xwe sor nekin. Bira terefgirên xwe neşînin ser mixalifan."
Yilmaz diyar kir ku heqê her kesî heye ku siyasetê bike û got heqê kesî tuneye bi darê zorê Huda-Pariyan biqewirîne.
Yilmaz destnîşan kir ku di navbera HDP û Huda-Parê da şer tuneye û wiha got: "Em nizanin wê ev êrîş, zilm û hovîtî heta çi çaxê dewam bike. Terefê din jî ji bo pêşîlibergirtina van êrîşan di nav hewldanê da nîne. Piştî qetlîam û êrîşên wiha her tiştî hewaleyî provakator û provakasyonan dikin."
Yilmaz diyar kir ku HDP dixwaze herêmê bike destê xwe.
- "Heger bendê derbas bikin wê her roj bûyerên wiha derkevin"
Yilmaz diyar kir ku heger HDP bendê derbas bike wê bûyerên wiha biqewimin.