SULEYMANIYE
Li Herêma Kurdîstana Iraqa Fedaral (HKIF) hilbijartin duh hat kirin û niha jî jimartina dengan didome. Hat diyarkirin ku heta niha milyonek û 300 hezar deng hatine jimartin.
Li gor encamên nefermî yên ewil; Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di rêza yekem de, Partiya Goran di rêza duyem de, Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) jî di rêza sêyem de cih digre. PDKyê li Hewlêr û Duhokê ji sedî 52 deng hildan. Di hilbijartinên ewil de YNK bibû duyem, lê di vê hilbijartinê de Goran li her du bajaran kete pêşiya YNKyê. Li Silêmaniyê jî serkeftiyê hilbijartinê Partiya Goran e.
Goranê serkeftina xwe îlan kir
Li Silêmaniyê piştî ku sindoq vebûn û dest bi hejmartina dengan hat kirin, hat zanîn ku Partiya Goran li pêşiyê ye. Hêj jimartina dengan neqediyabe jî alîgirên Partiya Goran li bajêr tur avêtin û li Kolana Salimê ji hatin û çûyinê re girtin. Alîgiran govend girt û stran gotin.
YNKya ku li bajêr yekemînê ji dest çû, hêj bêdeng e. Ji partiyê heta niha tu daxuyanî nehat dayîn. Navenda Giştî bêdeng e û serkirdeyên partiyê jî naaxivin.
Berandamê yekem yê Goranê Yusuf Muhammed Sadik daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku li giştiyê herêmê partiya duyem in û li navenda Silêmaniyê jî, ji sedî 50î zêdetir deng hildane.
Yusuf daxuyand ku li herêmê dijberê wan PDK ye û li hin cihan PDK, li hin cihan jî partiya wan bûye yekem. Yusuf ragihand ji bo ku li Hewlêrê bibin yekem hewl didin û wiha got: "Em dê nêzîkî 28 û 30 parlementeran bişînin parlementoyê."
Yusuf diyar kir ku divê her kes encamên hilbijartinê qebûl bike û wiha got: "YNK jî di nav de tu partî nikarin encamên hilbijartinê red biki