15 Adar 2017•Rojanekirin: 15 Adar 2017
TBMM
Serokwekîlê Komê yê AK Partiyê Mustafa Elitaş: "Endamên AK Partiyî yên Koma Dostaniyê ya navbera Parlementoyan yên Tirkiye-Hollandayê ji Koma Dostaniyê îstifa kirin. Heta lêborîn neyê xwestin emê di wê komê da cih negirin."
Elîtaş der barê mijarê de daxuyanî da nûçegihanê AAyê got ku, li Hollandayê Wezîra Malbat û Polîtîkayên Civakî Fatma Betul Sayan Kaya wekî kesa ku nayê xwestin hat îlankirin, hat deresînorkirin, ji ber vê yekê krîzeke dîplomatîk çêbû. Ji ber vê bênezaketiya dîplomatîk a li hemberî siyasetmedarên Tirk a Hollandayê, endamên AK Partiyî yên Koma Dostaniyê ya navbera Parlementoyan yên Tirkiye-Hollandayê ji Koma Dostaniyê îstifa kirin."