ÎSTANBÛL
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi Serokomarê Fransayê François Hollande re li ser telefonê axivî û ji ber êrîşa terorê ya li Parîsê sersaxiyê dayê.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên serokomariyê hatin bidestxistin Erdogan diyar kir ku Tirkiye bi Fransayê re di nav piştgiriyê de ye û destnîşan kir ku Tirkiye ji bo têkoşîna bi terorê re ji bo her cure hevkariyê amade ye.
Erdogan destnîşan kir ku xebatên bi vî awayî nîşan didin ku bibiryariya der barê têkoşîna bi terorê re divê bê xurtkirin û di serî de malbat û xizmên kesên ku di êrîşa menfûr a li Parîsê de mirin, sersaxiyê dide hemû gelê fransiz.
Hollande jî ji ber hesasiyeta wî spasiya Erdogan kir û got ku "Em dizanin ku Tirkiye li ba me ye."
Hollande diyar kir ku terorîst di mijara îslamê de hişê mirovan tevîhev dikin û bi vî awayî dixwazin ku li Fransayê aramiya civakî xira bikin û got ku em dê bi vê listîkê nexapin. Hollande destnîşan kir ku di mijara xurtkirina hevkariya der barê têkoşîna bi terorê re de wek Tirkiyeyê difikirin.