Mehmet Burak Karacaoğlu
03 Sibat 2022•Rojanekirin: 03 Sibat 2022
Eskerên Amerîkayê li rojavayê bakurê Sûriyeyê li parêzgeha Îdlibê bi beşdariya firokeyeke şer F-16 û helîkopterekê va li dijî kesekî tê îdiakirin, peywendiya wî bi rêxistina terorê DEAŞê ra heye, operasyonê dikin.
Li dijî maleke li nêzîkî gundê Atmeyê yê Îdlibê ji helîkoptera ku çavdêrxaneya muxalifan diyar kir ya Amerîkayê ye, di saet 01.20ê şevê da herekata daxistinê hat kirin.
Eskeran anons kir ku mal were valakirin û di 01.50yan da jî mal dorpêç kirin.
Ji nêzîkî mala ku eskeran dorpêç kir, dengê çekan hat.
Der heqê operasyonê da ji Amerîkayê hê daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn, her wisa ew yek jî nayê zanîn ka kesê navborî hat qefaltin an na.
Amerîkayê di Cotmeha 2019an da jî bi operasyoneke mîna vê va ragihandibû ku serokê DEAŞê Ebûbekir el-Bexdadî kuşt.