Qais Omar Darwesh Omar,Safiye Karabacak
26 Tîrmeh 2023•Rojanekirin: 27 Tîrmeh 2023
Li Nablûsa bajarê Şerîeya Rojava ya di bin dagirkeriya Îsraîlê de, hêzên Îsraîlê girtin ser Kampa Penaberan a Eynê û ciwanekî Filistînî kuştin.
Li gorî agahiya ku ji şahidên bûyerê hat sitandin, eskerên Îsraîlê girtin ser Kampa Penaberan a Eynê û xaniyek dorpêç kirin.
Di navbera Filistîniyên ku bertek nîşan dan û hêzên Îsraîlî de pevçûn derketin.
Di daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê de hat destnîşankirin ku di encama êrîşa eskerên Îsraîlê ya li dijî Nablûsê de Mihemed Nedayê 23 salî bi gulleyê ji sînga xwe derb xwar û canê xwe ji dest da.
Çavkaniyên xwecihî destnîşan kirin ku hêzên Îsraîlê beriya vekişin jî Filistîniyek binçav kirin.