WASHINGTON
Serokê Sererkaniyê yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Orgeneral Martîn Dempsey di nameya ku ji kongreyê re şand de got: "Rewşa ku îro li Sûriyê ne li gor berjewendiyên Amerîkayê ye. Divê em siyaseteke wisa bidin meşandin ku rewş bi dilê me be."
Dempsey di nameya xwe de diyar kir ku dema ji wan bê xwestin, ji bo pêkanîna mûxalefeteke nerm dikarin xebatên xwe zêdetir bikin.
Li gor nûçeyan Dempsey di nameyê de dest nîşan kir ku rêveberî nahêle li Sûriyê, li dijî Esed çalakiyeke piçûk jî bê lidarxistin, lê heke li Sûriyê mûxalif birêveberiyê bi dest bixin dê berjewendiyên Amerîkayê neparêzin. Ji ber vê, ne ji her du aliyan yek, divê ji hemû aliyan, aliyekî wisa bê hilbijartin ku dema li Sûriyê rewş guherî, divê bikaribe him berjewendiyên me û him jî berjewendiyên xwe biparêze.
Dempsey da zanîn ku DYA dikare hêzên hewayî yên Esed di demeke kurt de têk bibe lê ji ber ku ev gav dê Amerîkayê bikşîne nav şer, divê tiştekî wiha neke.