Sevim Hatun
14 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 15 Tîrmeh 2017
QUDIS
Piştî ku polêsên Îsraîlê li ser bûyera li Mescida Eqsayê rûda Harema Şerîf girt, bi sedan filistîniyî nimêja înê li dervayî sûrên Bajarê Kevin eda kir.
Filistîniyên ku li derveyî sûrên Bajarê Kevin civiyan nimêja înê li ber deriyê Şêran, Şam û Sahireyê eda kir.
Filistîniyan piştî nimêjê tekbîr anî û diruşmeyêên wekî "Canê me, xwîna me ji bo te feda be" berz kirin, piştî vê kom belav bû.
Polêsê Îsraîlê danê sibê bi hinceta ku bi çekan êrîşî Mescida Eqsayê kirine 3 ciwanên filistînî kuştibû, herwiha 2 polêsên Îsraîlê yên di bûyerê de birîndar bibûn li nexweşxaneyê miribûn.
Hatibû diyarkirin ku deriyên Mescida Eqsayê hatine girtin, Midûriyeta Polêsên Herêmê yê Qudsê îro destûrê nade ku li wê derê nimêja nîvroyê bê edakirin.