EDÎRNE
Di meha remezanê de fitara herî zû wê li Hekariyê bê vekirin, fitara herî dawîn û dereng jî wê li Edîrneyê bê vekirin. Di navbera fitara ku li Hekarî û Edîrneyê bê vekirin de 83 deqîqe ferq heye.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê ji ser malpera Serokatiya Karên Diyanetê berhev kir di meha Remezanê de fitara ewil a herî dereng wê li Edîrneyê bê vekirin. Yanî şêniyên li Edîrneyê roja ewil wê 17 saet û 34 deqîqeyan rojiyê bigirin.
Di meha remezanê de fitara herî zû jî wê li Hekariyê bê vekirin, di navbera wexta fitara ku wê li Hekarî û Edîrneyê de bê vekirin de 83 deqîqe ferq heye.
Miftiyê Edîrneyê Emrullah Uzum daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku di meha remezanê de fitara herî dereng wê li Edîrneyê bê vekirin û wiha pê de çû:
"Germahî zêde ye û roj dirêjin lê ev yek ferza rojî girtinê ji ser meriv ranake. Helbet lazime meriv xwe ji germahiyê biparêze. Meha remezanê jî di nav de divê meriv di demên din de jî xwe ji germê biparêze. Rojî ji bo siheta însan pir bi kêr e. Lewra Pêxemberê me dibêje 'rojiyê bigire sihetê bibîne' Dema meriv rojiyê bigire him emrê Xwedê bi cih tîne û him jî bedena meriv bêhna xwe dide."