DIYARBAKIR
Li Diyarbekirê dê bi saya pêvajoya çareseriyê "Fûara Cewahiran a Mezopotamyayê" ya navneteweyî bê lidarxistin.
Odeya Zêrker û Zêrfiroşan a Diyarbekirê berê jî xwestibû li dar bixe lê ji ber pevçûnan nekarîbû bi atmosfera ewlehiyê ya ku bi pêvajoya çareseriyê pêk hat dê bê lidarxistin.
Berî niha zêrfiroşên li herêmê her dem di fûara cewahiran ên ku li nav welêt û derveyî welêt hatin kirin de bûn mêvan. Bi saya pêvajoya çareseriyê nûnerên sektorê vê carê dê li Diyarbekirê ji bo fûarê bên bal hev.
- Li Diyarbekirê kelecaniya fûara cewahiran
Dê ji Iraq û Tirkiyeyê nûnerên sektorê beşdarî fûarê bin û fûar dê bi "Meşa Aştiyê" ya ku dê ji aliyê serokên odeyên 81 bajaran ve bê kirin, dest pê bike. Di fûarê de mucewherên herêmê û dîzaynên nû dê bên rapêşkirin.
Di fûarê de manken dê mucewheran bidin nasandin û zêrkerên dixwazin ku dîzaynên nû bikin, gelekî dixebitin.
Serokê Odeya Zêrker û Zêrfiroşan a Diyarbekirê Mustafa Akkul daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û diyar kir ji bo ku li Diyarbekirê fûara cewahiran li dar bixin ev çendî sal bûn hewl didan. Akkul got heta du sal berê tu encam bi dest nexistin û amadehî kirin ku fûarê di pêvajoya çareseriyê de li dar bixin.
Akkul destnîşan kir ku piştgiriyê didin pêvajoya çareseriyê û diyar kir ku îsal piştî Stenbolê duyemîn fûara cewahiran a Tirkiyeyê dê li Diyarbekirê bê vekirin û ji ber vê yekê kêfxweş in.
- Meşa Aştiyê
Akkul qal kir amadehiyê dikin ku di 24ê nîsanê de mohra xwe li organîzasyoneke mezin bixin û got ku digel Tirkiyeyê dê ji Iraqê jî nûnerên sektorê beşdarî fûarê bin.
Akkul destnîşan kir ku ev yek ji bo nasandina Diyarbekir û herêmê, pêşketina sektora zêrkeriyê gelekî girîng e û wiha axivî:
"Dê bernameyeke têr û tijî be. Em bangî 35 hezar zêrkerên li tevahiya welêt dikin ku bên Diyarbekirê. Her wiha me serokên odeyên 81 bajaran jî vexwendin. Em ê mêvanên xwe di çarçoveya tûrîzma bawerî û dîrokî de li bajêr bigerînin. Em ê bi serokên 81 bajaran re 'Meşa Aştiyê' bikin û beriya vê meşê em ê pêşiyê şaredariyê pişt re jî walîtiyê ziyaret bikin. Bi beşdariya mankenên navdar dê defîleya cewahiran bê kirin. Armanca me ew e ku em bi vî awayî nêrîna neyînî ya der barê Diyarbekir da hinekî biguherînin."
-"Em bi bawer bûn ku em dê rojekê fûarê vebikin"
Akkul qal kir ku ji ber pêşdarazî û nêrînên neyînî yên li ser Diyarbekirê di amadehiyên fûarê de rastî gelek pirsgirêkan hatin û wiha axivî: "Mixabin di bûyereke herî biçûk a li Diyarbekirê de projeya me ya fûarê hat betalkirin lê me dev jê berneda. Em bi bawer bûn ku em ê rojekî fûarê vebikin. Daxwaza me ya herî mezin ew e ku ji niha pê ve aştî bê Tirkiye û Rojhilata Navîn."
Akkul da zanîn ku esnafên ku li odeyê qeydkirî ne hem li Tirkiyeyê hem jî li gelek welatên cîhanê beşdarî gelek fûarên cewahiran bûn û got di vê çarçoveyê de ji bo fûarê bingehek ava kirin.
-"Fûara ewil a cewahiran a dîroka komarê"
Akkul destnîşan kir ku Diyarbekir çawa ku ji gelek aliyan ve navdar e di çêkirina cewahiran de jî jixwebawer e. Akkul got di serî de xesîl bi cewahirên ku bi dîzaynên nû hatine çêkirin dê bajêr di fûarê de bi nav û deng be.
Akkul bal kişand bi fûarê digel sektorên cuda dê bajar jî qezenc bike û wiha axivî: "Em di dîroka komarê de fûara ewil a cewahiran a Diyarbekirê vedikin. Dirûşmeya me 'Divê mirov Diyarbekir nebihîze, li Diyarbekirê bijî'. Em ê Diyarbekirê bi mêvanên xwe bidin hîskirin."
- Bi taybetî ji bo fûarê bazinên xesîl û alyans hatin amadekirin
Serokê Lijneya Birêvebirinê ya Altinay Zêrkeriyê Serdar Ay jî got ku ev 26 sal in vî karî dikin, herêm ji bo fûara ewil a cewahiran bi kelecanî amadehiyan dikin. Ay qal kir piranî wek mêvan beşdarî fûaran dibûn lê vê carê dê mazuvantiya fûarê bikin. Ay got ji bo vê yekê jî gelek amadehiyan dikin.
Ay got ku dê saya vê yekê piştgiriyê bidin nasandina Diyarbekir û destnîşan kir ku fûar dê ji aliyê aboriyê ve jî piştgiriyê bide herêmê.
Ay got ku dê bi du cure berheman beşdarî fûarê bibin û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Me li ser bazinên xesîl roj û teyrê du serî yê ku nîşaneya Mezopotamyayê ue û em ji hosteyên ermenî hîn bûn, neqişand. Yek jî me koleksîyoneke alyansan a bi navê 'Mezopotamya' amade kir. Em ê her du berhemên xwe di fûarê de bidin nasandin û pêşkeşî bikiran bikin."