GAZÎANTEP
Serokê Odeya Bazirganiyê ya Gazîantepê Eyup Bartik dest nîşan kir ji bo ku têkiliyên di navbera Iraq û Gazîntepê de baştir bibe, danûstandin û bazirganî xûrttir bibe dê li Erbîlê ofîsekê vekin.
Ev ofîsa ku dê li Erbîlê bê vekirin di çerçoveya projeya "ofîsên pêwendiyê yên bi derveyî welêt re" de tê avakirin. GTOyê ji bo vekirina vê ofîsê serî li saziyên fermî yên Erbîlê da.
Bartik di daxuyaniya xwe de bal kişand ser bazirganiya di navbera Gazîantep û Erbîlê û got: "Ji meha çileyê heta meha tebaxê ji Gazîantepê îxracata bi 2 milyar û 916 milyon dolarî hat kirin. Ev derfirotin hemû bi Iraqê re hat kirin. Em dixwazin esnafên Gazîantepê yên biçûk-mezin hemû bikaribin di bazara Iraqê de cih bigrin, em bi vê armancê dixebitin. Dema ku em li wê derê ofîsa xwe vekin bazirganên me dê hêsantir bi me re bikebin têkiliyê û derfirotina Gazîantepê jî dê zêdetir bibe."