Nihat Kavşut
25 Mijdar 2017•Rojanekirin: 26 Mijdar 2017
NETEWEYÊN YEKBÛYÎ
Antonio Guterresê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî hişyarî da ku îhtimal heye di navbera Hizbullah û Îsraîlê da şerekî nû derkeve.
Guterres ji bona rapora ku nîşan dide ji Hizbullahê ra transfera çekan berdewam dike û pêşkêşî Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî kirin, bal kişand ser gefên endamên Hizbullahê û rayedarên Îsraîlê û wiha got: "Ev rê li ber xeletî û derketina şer vedike."
Antonio Guterres bang li terefên ku di sala 2006an da pevçûn kir ku bi aqlêselîm tevbigerin.
Di biryara Neteweyên Yekbûyî ya sala 2006an da şerê di navbera Hizbullah û Îsraîl da qedand tê xwestin Hizbullah û hemû milîtanên li Libnanê çekan daynin û seferberiya dane destpêkirin biqedînin.