13 Sibat 2017•Rojanekirin: 14 Sibat 2017
WASHINGTON
Hat îdiakirin ku Michael Flynnê Şêwirmendê Ewlekariyê yê Qesra Spî di meha berfanberê da digel Balyozê Rûsyayê yê li Washingtonê Sergey Kislyak der heqê "ambargoya li ser Rûsyayê" da axivîn û herwiha dîsa hat îdiakirin ku ji ber vê sedemê ekîba nêzîk ya Serokê DYAyê Donald Trump bi çavekî nebaş lê mêze dikin.
Di nûçeyên çapemeniya DYAyê yên ku çavkaniya wan peywirdarekî Qesra Spî ye û navê wî nehat eşkerekirin da hat destnîşankirin ku nîqaş û gumanên der heqê wî da zêde bûn wekî ku Flynn dibe der barê naveroka hevdîtina xwe ya digel Balyozê Ûris Kislyak da Qesra Spî xapandibe.
Stephen Millerê Şêwirmendê salxurde yê Trump yê di warê polîtîkayê da, ku ji têlevîzyona NBCyê ra xeberda, ji bo pirsa, "Gelo baweriya Trump a bi Flynn berdewam e an na" wiha got, "Divê hûn vê ji Serok pirs bikin."
- Trump bêdeng e, endamên Demokrat jî lêpirsîneke cuda dixwazin
Serokê DYAyê Trump jî der heqê mijarê da heya niha çi erênî çi neyînî tu daxuyanî neda.
Ji hêla din, senatorên Demokrat ên di Senatoya DYAyê da daxwaz kirin ku komîsyoneke serbixwe bira der heqê axaftina Flynn û Balyozê Ûris da lêkolînê bike.