Önder Beyter
24 Tîrmeh 2019•Rojanekirin: 24 Tîrmeh 2019
Alîkarê berê yê Midûrê Giştî yê Halk Bankê Mehmet Hakan Atilla ku li Amerîkayê di doza astengkirinên dijî Îranê da sûcdar hatibû dîtin û herwiha ji girtîgeha ku tê da bû hat derxistin, bi balafira Rêhewayên Tirk (THY) ya di saet 19.05an da ji Balafirgeha New York JFKê şandin Stenbolê.
Li gorî agahiya ku peyamnêrê AAyê bi dest xist, Atillayê ku bi destê peywirdarên Buroya Koçberî û Parastina Gumrikê ya Amerîkayê bo Balafirgeha New York JFKê hat veguhestin, bi balafira THYyê ya jimare "TK-02" di saet 19.05an da ji Amerîkayê ber bi Balafirgeha Stenbolê bi rê ket.
Balyozê Tirkiyeyê li Washingtonê Serdar Kiliç û Konsolosê Tirkiyeyê li New Yorkê Alper Aktaş, Atilla ji balafirgehê bi rê kirin.
Balafir dê îro di saet dora 11.30î da li Balafirgeha Stenbolê dayne.