24 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 25 Rêbendan 2017
NETEWEYÊN YEKBÛYÎ
Berdevkê Sekreterê Giştî yê NYê Stephane Dujarric, ragihand ku hejmara kesên ku ji ber operasyona Mûsilê bajar terikandin ji 161 hezarî derbas bû.
Dujarric daxuyanî da nûçegihanan û got ku NYê xebatên alîkariya însanî ya dide mirovên ji cih û warên xwe bûne, dewam dike.
Wezareta Parastinê ya Iraqê ragihand ku rojhilata Mûsilê bi tevahî ji DEAŞê hat zeftkirin.