Hat ragihandin ku li Iraqê ji ber pevçûnan hejmara malbatên ku koçî paytext Bexdayê kirine gihîşte 60 hezarî.
Serokê Meclisa Bexdayê Riyad el-Adad ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku hejmara malbatên koçî paytext Bexdayê kirine her diçe zêde dibe û wiha got: "Di çileya paşîn de hejmara malbatên koç kirine bi fermî 40 hezar bû, lê niha ev hejmar gihîştiye 60 hezarî. Piştî ku li bajarê Enbarê operasyona li ser DAEŞê dest pê kir, dibe ku koç zêde jî bibe."
Adad got ku ji bo koçên nû li Selahaddîn, Babil û Diyalayê ji bo koçberan stargeh bên amadekirin ew rêxistinên navneteweyî re hevdîtinan dikin.
DAEŞê di hezîrana 2014an de li Iraqê bajarê Mûsilê û hin herêmên din bi dest xist. Piştî vê pêşmerge, artêşa Iraqê û milîsên şiî li hember DAEŞê şer dikin. Ji bo ku ev herêm ji destê DAEŞê bên xilaskirin hêzên koalîsyonê ya bi serokatiya Amerîkayê jî piştgiriyê dide wan.