HEWLÊR
Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Mesûd Barzanî da zanîn heke ku rewşa qeyranî ya li Iraqê berdewam bike, ji bo biryareke nû dê referandûmê bikin.
Barzanî li ser telefonê bi Wezîra Karên Derve ya Îtalyayê Federîca Mogherînî re axivî. Li gor daxuyaniya ku ji ser malpera fermî ya Serokatiya HKIyê hat weşandin Mogherîniyê beriya civîna wezîrên karên derve yên welatên YEyê telefonî Barzanî kir.
Mogherîniyê qala fikarên xwe yên ji ber rûdanên li Iraqê kir û xwest ku rewşa qeyranî ya li welêt di demeke kurt de biqede. Her wiha der barê dema civîna parlementoya Bexdayê û avakirina hikûmeta nû ji Barzanî agahî sitandin.
Barzanî jî der barê rewşa dawî ya li Iraqê nirxandineke giştî kir. Barzanî got ku êdî li Iraqê du rewşên wekî beriya bûyerên li Mûsilê û piştî bûyerên li Mûsilê hene û diyar kir ku li welêt şert û merc gelekî guherîn û wiha axivî: "Di navbera Iraq û herêma Kurdistanê de berî niha hêza leşkerî ya hevpar hebû. Lê belê niha mewcûdiyeta artêşa Iraqê tuneye. Di navbera herêma Kurdistanê û Iraqê de sînorekî ji hezar kîlometroyê zêdetir çêbû. Qismekî girîng ê van herêman di bin kontrola rêxistinên terorî de ne. Ev rewş ji bo hemû iraqiyan gefeke girîng e."
Barzanî diyar kir ku herêma Kurdistanê wek parçeyekî pêvajoya siyasî ya Iraqê her dem ji bo xêra Iraqê xebitîn û destnîşan kir ku ji ber miameleya xirab a birêvebirina li Bexdayê û lihevnekirina mezhebî pêvajoya siyasî ket vê rewşa îroyîn.
Barzanî der barê mijara kurd dê çi bikin de got "Li Iraqê heke ev rewşa qeyranê bi vî awayî berdewam bike û anarşiya siyasî neyê çareserkirin, em ê li ser navê vîna siyasî ya Kurdistanê ji bo ku tesdîqa gelê xwe bistînin referandûmê bikin."