Mustafa Deveci,Muhammed Semiz
28 Mijdar 2023•Rojanekirin: 29 Mijdar 2023
Hemasê di çarçoveya rêkeftina pêk hat da li Xeta Xezeyê 11 dîlên Îsraîlî radestî peywirdarên Komîteya Xaça Sor a Navneteweyî kirin.
Di daxuyaniya artêşa Îsraîlê da hat diyarkirin, 11 dîlên Îsraîlî yên li Xezeyê teslîmî peywirdarên Xaça Sor hatin kirin da ku bo welatê xwe bên veguhestin.
- 11 dîlên Îsraîlî gihîştin Îsraîlê
Ji aliyê din va di daxuyaniyeke din a artêşê da hat destnîşankirin, 11 dîlên Îsraîlî gihîştin welatê xwe.
Bi vê geşedanê va 51 Îsraîlî di çarçoveya rêkeftina pevguhertina dîlan a Hemas û Îsraîlê da hatin berdan.
Berdevkê Wezareta Karên Derva ya Qeterê Mecîd el-Ensarî di daxuyaniya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî Xê da diyar kir, beramberî 11 dîlên Îsraîlî, 33 Filistîniyên dîl ên di girtîgehên Îsraîlê dê bên berdan.
Ensarî her wiha bal kişand, ji dîlên Filistînî yên bên berdan 30 jê zarokên ji 18 salî piçûktir in, 3 jê jî jin in.