SILÊMANÎ
Wezîra Karên Jinan a Iraqê Beyan Nuriyê destnîşan kir ku li welêt 30 sal e şer heye û got herî zêde jî jinan ji bûyerên tundiyê zirar dît.
Nuriyê li Silêmaniyê li avahiya Partiya Yekîtiya Îslamî ya Kurdistanê (Yekgirto) ku endamê partiyê ye civîna çapemeniyê çêkir û der heqê rewşa jinan da agahî da.
Nuriyê destnîşan kir ku şerê li welêt bandoreke neyînî li jinan dike û wiha got: "Mêrê jinan dimirin û jin tevî zarokên xwe mala xwe diterikînin. Jin digel vê bi pirsgirêkên aboriyê ra rû bi rû dimînin û derûniya jinan xera dibe. Di şerê di navbera Iraq û Îranê da ku 8 salan dewam kir, peyra pevçûnên dawîn ên li Iraqê û tundiya DAEŞê da heta niha ji milyonekî zêdetir jin jinebî man."
- "600 jinên êzdî ji destê DAEŞê xilas bûn"
Nuriyê destnîşan kir ku piştî êrîşa li ser Şingalê hin jinên êzdî yên di destê DAEŞê da revîn û xilas bûn û wiha xeberda: "Li gor agahiyên ku tên dayîn 600 jinên êzdî ji destê DAEŞê xilas bûn. Çend jin di destê DAEŞê da dîl in nayê zanîn. Ji bo ku civata navneteweyî di vê mijarê da xebatan bike, me bi balyozên Iraqê û dewletên din ra civînan çêkir. Em bi nûnerên Neteweyên Yekbûyî ra hatin bal hev. Pirsgirêka herî mezin ew e ku mixatabê me tuneye. Wek mayîn ji bo ku miaş bidin jinên ku tên xilaskirin, xebatên me dewam dikin."