Abdullah Tel
18 Mijdar 2017•Rojanekirin: 19 Mijdar 2017
BEYRÛT
Se'd Herîriyê Serokwezîrê Libnanê bû û ji wezifeya xwe îstifa kir got ku roja sêşemê wê vegere welatê xwe.
Hat ragihandin ku Herîrî ji ser têlefonê bi Serokomarê Libnanê Mîşel Ewn û Serokê Meclisê Nebîh Berî ra axivî û ji wan ra got: "Ez ê roja sêşemê ji bo beşdarî pîrozbahiyên Roja Serxwebûnê bibim bêm welêt."
Serokomariyê der barê axaftina ji ser têlefonê hat kirin da daxuyanî weşand û destnîşan kir ku Herîrî tevlî xanima xwe piştî gihîşt Parîsa paytexta Fransayê têlefonî Ewn kir û jê ra got ku di roja 22yê sermawezê da wê vegere welêt.
Ofîsa Çapemeniyê ya Serokatiya Meclisê jî daxuyanî weşand û ragihand ku Herîrî ji Berî ra gotiye ku wê ji bo pîrozbahiyan vegere welêt.