Muhammet Kurşun
09 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 10 Tîrmeh 2017
KÎEV
Wezîrê Derveyî yê Emrîkayê Rex Tillerson diyar kir ku heta Rûsyayê şert û mercan bicih bîne dê zexta li serê bidome.
Tillerson li Ukraynayê bi Serokê Ukraynayê Petro Poroşenko re civîna çapemeniyê ya hevpar li dar xist û der barê zextên li ser Rûsyayê de axivî.
Wezîrê Emrîkayê wiha axivî:
"Heta Rûsyayê şertan bicih bîne dê zextên Emrîka û Yekîtiya Ewropayê bidomin."
Tillerson destnîşan kir ku ji bo şerê li rojhilatê Ukraynayê mezin nebe, agirbest were îlankirin û çekên giran werin kişandin Rûsya agahdar kirine û çareseriya krîza Donbasê ji bo Emrîkayê giring e.
Herwiha bangewaziya Rûsyayê kir ku mesûliyetên xwe yên di çarçoveya peymana Minskê de bicih bîne û bandora xwe ya li ser cudaxwazan bi kar bîne.