Serokomarê Awistiryayê Heinz Fischer li Viyanayê Serokê Herêma Kurdistana Iraqê Mesûd Barzanî pêşwazî kir. Barzanî û Fischer di koşka serokomariyê de hevdîtinek kir. Di hevdîtinê de li ser rewşa herêmê û cîhanê sekinîn.
Barzanî, piştî hevdîtinê ji rojnamevanan re axivî û diyar kir ku serdana dostekî gelekî kevn kir. Barzanî wiha axivî: "Dostaniya me û birêz Heinz Fischer, Serokomarê Nemsayê (Awistiryayê) ji berê ve heye. Berî ku ew bibe serokomar em dostên hev bûn. Ev 30 sal in ku dostaniya me berdewam e."
Barzanî, li ser naveroka hevdîtinê agahî dan û eşkere kir ku bi Serokomarê Awistiryayê re li ser rewşa herêmê û cîhanê axivîn. Her wiha diyar kir ku ev hevdîtin hevdîtinek xweş ya di navbera du dostan de bû.