18 Sibat 2016•Rojanekirin: 19 Sibat 2016
HEWLÊR
Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) êrîşa terorê ya li Enqereyê şermezar kir.
Li gorî daxuyaniya li ser malpera fermî ya hikûmetê, "Êrîşa li Enqereyê, careke din xistiye berçavan ku pêwîst e hêzên herêmî û navneteweyî di têkoşîna dijî terorê da bi lezgînî erkê werbigirin û bi şiklekî çalak têkoşînê bikin."
Di daxuyaniyê da herwiha hat gotin, "Ev êrîşên terorîstan îspat dikin ku têkoşîna dijî terorê erkeke lezgîn e, ji bo hemî hêzên herêmî û navneteweyî û di warê rûbirûbûna bi terorê ra pêwîstî zêdetir bi hevkarî û bihevrebûnê heye. Herwiha ji bo ku terorîst û cebheya terorê têkbişkê û metirsiya li ser herêmê û hemî mirovahiyê nehêle jî pêwîstî bi hevkariyê heye."
Di daxuyaniyê da bal bi ser wê yekê da hat kişandin ku Herêma Kurdistanê ji hemî aliyan zêdetir hest bi wê êşa ku di encama karê dirinde û wehşiyane ya terorîstan çêdibe, dike û wiha hat gotin, "Ji ber ku di sînorekî dûr û dirêj da em rûbirûyê terorîstan bûn û di vê oxirê da me bi hezaran qurbanî û birîndar dane."
Di dawiya daxuyaniyê da hat gotin, "Dubare em hevxemî û hevderdiya xwe tînin ziman û serxweşiyê li Komar û hikûmet û gelê Tirkiyeyê dikin."