06 Nîsan 2019•Rojanekirin: 07 Nîsan 2019
Li rojhilatê Libyayê hêzên girêdayî General Xelîfe Hefter ragihandin ku kontrola temamiya Balafirgeha Navneteweyî ya Trablusê bi dest xistine.
Li gorî daxuyaniya nivîskî ku ji Ofîsa Çapemeniya Herbê ya girêdarî Hefter hat dayîn kontrola temamiya Balafirgeha Navneteweyî ya Trablusê bi dest xistine.
Der barê mijarê da Hikûmeta Mutabaqatê ya Neteweyî hê daxuyanî nedaye.
Artêşa Neteweyî ya Libyayê ku girêdayî Xelîfe Hefter e duh daxuyanî dabû ku Balafirgeha Navneteweyî ya Libyayê bi dest xistine û Hikûmeta Mutabaqatê ya Neteweyî jî ragihandibû ku balafirgeh cardin hildane.
Berdevkê Artêşa Neteweyî ya Libyayê Ehmed el-Mismarî di daxuyaniya çapemeniyê da wiha gotibû: "Şerê li derdora Trablusê heta wezîfe temam nebe wê bidomin."
Mismarî diyar kiribû ku hezên Hefter Balafirgeha Navneteweyî ya Libyayê bi dest xistine.
Wezîrê Karên Navxweyî yê Hikûmeta Mutabaqatê ya Neteweyî Elî Fethî Başaxa destnîşan kiribû ku balafirgeh cardin hildane.
General Xelîfe Hefterê li rojhilatê Libyayê pêşengiya hêzên eskerî dike 4ê Nîsanê destnîşan kiribû ku ji bona Trablusê hildin dest bi êrîşê kirine.