Fatih Gazioğlu
17 Nîsan 2018•Rojanekirin: 18 Nîsan 2018
XUMUS/ANKARA
Rejîma Esed û alîgirên wî ji bo kontrolkirina herêmên li bakurê Humsê ku di bin dorpêçiya wan de ye, operasyon dan dest pê kirin.
Di operasyonê de heta niha 6 der hatin bidestxistin.
Rejima Esed û aligirên wî piştî kontrolkirina navçeya Xûtaya Rojhilatê, niha jî ji bo hildana herêmên bajarê Humsê ya ku dorpeç kirine hewl didin.
Li gor agahiyên ji nûçegihanên AAyê yên li Humsê ne hat hildan, hêzên rejîmê di 3 rojên dawîn de gundên Wadî el Xubiye, Wadî el Qurbat, Ardul Casiye, Ard Kebîr eş Şeyxa, Zahrat Cebabî û Zahrat Cesiye bi dest xistin.
Hêzên rejimê bi balafir, top û roketan ve êrîşî ser gundên Tîrmal, Deyr Ful, Muşrefiye, Zarafaniy û kempa Malukeyê, Telbîs û Rastaya navçeyên ku dikevine aliyê bakurê Humsê kir.
Li gor agahiyên ji çavkaniyê herêmî hat hildan, armanca rejîmê ya ewil ew e ku ewlehiya rêya Salamiyê ya ku Humsê bi Helebê va girêdide hilde bin kontrola xwe.
Rejima Esed û aligirên wî dixwazin ji ser vê reyê operasyonekê bidin destpêkirin û herêma nêzî 592 kîlometrekare fireh e û di kontrola mixalifan de ye ji destê wan derxin.
Li bakurê Humsê bi qederê 200-250 hezar sivîl ev 5 sal in ku di bin dorpêçiya leşkerên rejimê da ne.
Rejimê hefteya borî piştî êrîşên tundî û dorpeçkirineke ku nêzî 5 salan e dewam dikir, Xûteya Rojhilat a ser Şamê bi dest xistibû.