Mehmet Nuri Uçar,Qais Omar Darwesh Omar
19 Hezîran 2023•Rojanekirin: 19 Hezîran 2023
Hêzên Îsraîlê li bakurê Şerîeya Rojava ya dagirkirî li bajarê Cenînê 3 Filistînî kuştin, 29 Filistînî jî birîndar kirin.
Li gorî agahiya ji çavkaniyên xwecihî hat wergirtin, eskerên Îsraîlê bi dehan zirîpoşan avêtin ser Cenînê. Di dema serdaavêtinê da nîşandarên Îsraîlî jî li ser avahiyan hatin bicihkirin.
Di navbera Filistîniyên şêniyên deverê yên bertek nîşanî serdaavêtinê dan û eskerên Îsraîlê da alozî derket.
Hêzên Îsraîlê bi guleyên rastîn, xaz û bombeyên deng va midaxeleyî ciwanên Filistînî kirin.
Di daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê da hat diyarkirin, hêzên Îsraîlê avêtin ser Cenînê û 3 Filistînî kuştin, 29 Filistînî jî bi guleyên rastîn birîndar kirin.
Hat destnîşankirin, ji birîndaran rewşa 5an giran e.