Aziz Ahmadi,Esat Fırat
23 Rêbendan 2024•Rojanekirin: 29 Rêbendan 2024
Hûsiyên li Yêmenê daxuyand, hêzên Amerîka û Îngiltereyê digel Sanaya paytext, êrîşa esmanî anîn ser bajarên Taîz û el-Beyzayê.
Li gor nûçeya deqîqeya dawîn a li ser malpera înternetê ya Ensarullahê ku ya Hûsiyan e, "Hêzên Amerîka-Îngilizan êrîşa esmanî anîn ser Sana û hin wilayetan (cih nedan navê wan)".
Di nûçeyê da wiha hat gotin, "Ji van êrîşan hedefa çaran Balafirgeha ed-Deylemî ya li Sanayê bû, çarên din jî herêma el-Xafayê ya li navçeya es-Sab'înê (ya li Sanayê) kirin hedef."
Li gor nûçeya têlevîzyona Al-Masirahê ya Hûsiyan jî balafirên şer ên Amerîka-Îngiltereyê li bajarê Taîzê li du hedefan xist, li bajarê El-Beyzayê jî li hedefekê xist.
Li gor agahiya ku nûçegihanê AAyê ji şêniyên herêmê hilda jî balafireke şer li ser esmanê Sanayê firî û di heman demê da li herêmên bakur ên paytextê teqînên mezin çêbûn.
Hûsiyan di 19ê Rêbendanê da jî daxuyandibû ku Amerîka û Îngiltereyê 2 caran êrîşî bajarê Hudeydeyê kir.