BEXDA
Serokomarê Iraqê Fuad Mesûm diyar kir ku bi rîska terorîzmeke mezin ra rû bi rû mane, ji ber şerê dewam dike ji 2 milyonî zêdetir kesî cî û warên xwe terk kir û li welatê xwe bûn penaber.
Mesûm beşdarî çalakiya "Roja Şehîdên Iraqê" ya ku li Bexdayê hat lidarxistin bû û li wê derê axivî. Mesûm di axaftina xwe da diyar kir ku DAEŞ ji bo welatê wan xetereyeke mezin e.
Serokomar Mesûm got: "Ji ber pevçûnan heta niha 2 milyon kesî cî û warê xwe terk kir û li welatê xwe bûn penaber" û diyar kir ku divê hemû komên siyasî yên cuda li hev bikin û bi hev ra di nav tevgeran da bin û wiha pê da çû: "Serkeftina ku li dijî DAEŞê ji bo vê lihevkirinê rewşeke baş derdixe holê."
Serokomarê Iraqê Mesûm got ku di vê çarçoveyê da divê ji bo kesên ku ji ber êrîşên DAEŞê ji Enbarê direvin û xwe dispêrin Bexdayê mêvandariyeke baş bê kirin, li dijî DAEŞê divê bi cînaran re têkiliyên baş bên danîn.