Abdullah Tel
06 Hezîran 2018•Rojanekirin: 06 Hezîran 2018
WASHINGTON
Berdevka Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê Heather Nauertê diyar kir ku Amerîka û Tirkiye di mijara Minbicê da lihevkirin û ew biryar wê bi kêrî îstiqrara herêmê jî bê.
Berdevka Wezaretê Nauertê di civîna çapemeniyê da pirsên der barê hevdîtina Wezîrê Karên Derveyê Amerîkayê Mike Pompeo û Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu da hatin kirin, bersivand.
Di axaftina xwe da Nauertê bal kişand ser lihevkirina Tirkiye û Amerîkayê û wiha pê da çû:"Amerîka û Tirkiye di encama van civînan da ji bo ku li Minbicê îstiqrar bi cih bibe û şêniyên wir bikaribin xwe birêve bibin, li ser verastkirinekê li hev kirin."
Ji bo YPGya baskê PKKya rêxistina terorê ya li Sûriyeyêye tê gotin ku wê vekişe Rojhilatê Çemê Feratê jî berdevkê got:"Wek ku di peymanê da jî cih digire wê vê bikin. Di mijara gavên ku wê ji bo Minbicê bên avêtin da dema şert û merc bi cih bên gava din wê bê avêtin."