HEWLÊR
Hat diyarkirin ku 150 kes ji Awûstralyayê tevlî rêxistina terorê Dewleta Îslamî ya Şam û Iraqê (DÎŞI) bûn.
Nûnerê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) yê Awûstralyayê Heval Siyan li ser têlefonê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha got: "Ji Awûstralyayê 150 kes tevlî rêxistina terorê ya DÎŞiyê bûn. Hikûmeta Awûstralyayê ji ber hemwelatiyên xwe yên ku tevlî rêxistinê bûn bifikar e."
Siyan destnîşan kir ku Awûstralyayê ji bo têkoşîna HKI ya li dijî DÎŞIyê alîkarî şand herêmê û wiha axivî: "DÎŞI, ne tenê ji bo herêma Iraqê ji bo hemûyê dinyayê rêxistineke xetere ye. Ji bo vê yekê Awûstralya, piştgiriyê dide berxwedana Herêma Kurdistana Iraqê ya li dijî DÎŞIyê."
Serokwezîrê Awûstralyayê Tony Abbott diyar kiribû ku dê alîkariya çek û cebilxaneyê bidin hêzên pêşmergeyan ên ku li dijî DÎŞIyê şer dikin, lê fikreke wan a der barê leşkerşandina herêmê nîne.