PARÎS
Serokomarê Fransayê François Hollande got "Divê ji bo dijîtiya Îslamê wekî antî-semîtîzmê bertek bê nîşandan û ceza bên dayîn."
Serokomar Hollande li forûma bi navê "Li Alema Ereban Nûbûn" ya ku muteşebûsên ji alema ereban li Enstîtuya Ereban li dar xistin de axivî.
Hollande destnîşan kir ku li hember terorê divê wek gel bi hev re bisekinin û got ku Fransa jî li hember êrîşan bû yek.
Hollande bal kişand ku Îslam li gor hemû nirxên demokrasiyê ye û qal kir ku sedema van hemû êş û mirinan fikrên radîkal in. Hollande destnîşan kir hin kes hewl didin ku atmosfera kaosê çêbe û divê di vê atmosferê de baldar bin û diyar kir ku tu ferqa îslamofobiyê ji dijminahiya cihûyan tune û wiha axivî: "Divê ji bo dijîtiya îslamê wekî antî-semîtîzmê bertek bê nîşandan û di heman demê de ceza bên dayîn."
Hollande bi bîr xist ku di dema êrîşa Charlie Hebdoyê û êrîşên ku pişt re qewmîn de digel hemû cîhanê alema eraban jî piştgirî da wan û heta ji Helebê jî parvekirinên wekî "Je suis Charlie" (Ez Charlie me) hatin kirin.
Serokomar Erdogan destnîşan kir ku tu eleqeya êrîşan bi Îslamê re tune û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Mexdûrên herî mezin ên radîkalîzm û bêmusamahatiyê misilman in. Misilmanên fransî bi hemû gelê fransî re xwediyê hamen berpirsyarî û mafên wekhev in. Li gor laîktiyê divê li hember hemû dînan rêz bê girtin."