MÛSIL
Perwedekirina hêzên Heşdî Vatanî (Komên Welêt) ku ji suniyan pêk tên û dê di operasyona xilaskirina Mûsilê de li hemberî DAEŞê şer bikin, dewam dike.
Li kampa Çiyayê Maklûbê ya li navçeya Seyhana ku 12 kîlometre dûrî navenda Mûsilê ye, 800 leşkerên sunî û tirkmen tên perwerdekirin. Perwerdeya ku efserên Tirkiyeyê jî beşdar bûn, bi spora serê sibê dest pê dike. Piştre jî bikaranîna çekan çawa ye, teqemenî çawa tên kontrolkirin, taktîkên şerkirinê, şerê kuçeyan û di bin guleyên dijmin de pêşveçûn çawa çê dibe hîndibin. Lê belê ji ber ku hê hikûmeta Iraqê çek neşandiye, di destê hemû şervanan de tifing tune ne. Ev jî kêmasiyeke perwerdeyê ye.
Eskerên ku malbatên wan li Mûsila di kontrola şer de ne, dema perwerdeyê naxwazin wêneyên wan bên kişandin. Serûçavên xwe dipêçin. Lewra ditirsin ku milîtanên DAEŞê wan nas bikin, malbatên wan tesbît bikin û zirarê bidin malbatên wan.
-"550 kes ji bo şer amade ne"
Li kampa ku bin parastina pêşmergeyan de ye ji bilî alaya Iraqê alaya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) jî hatiye daliqandin. Herwiha fermandarê koma Heşdî Vatanî Mahmût Sûrçî yê. Sûrçiyê ku bi eslê xwe kurd e daxuyanî da nûçegihanê AAyê wiha got: "Niha 550 kes ji bo şer amade ne. E wê perwerdeya 800 şervanî jî di demeke kurt de xilas bibe. Piştî vê perwerdeyê em ê 500 kesên din jî perwerde bikin."
-Li kampê 20 efserên Tirkiyeyê hene
Sûrçî got ku 20 efserên ku ji Tirkiyeyê hatin niha li kampê şervanan perwerde dikin û destnîşan kir ku fermandarên welatên koalîsyon û artêşa Iraqê jî li vir wezîfedar in. Sûrçî îfade kir ku bandora efserên ji Tirkiyeyê hatin li ser perwerdeya leşkeran pir e û got ku ew li bendê ne ku hejmara efserên Tirkiyeyê yên li kampê zêde bibin.
Sûrçî got ku dema ziyareta Serokwezîrê Iraqê Heyder el-Îbadî ya Hewlêrê biryar dan ku hêzên sûnî digel yekeyên pêşmergeyan tevlî yekeyên artêşa Iraqê bibin. Sûrçî got ku di xilaskirina bajêr de rola Heşdî Vatanî xwedî cihekî girîng e.
Fermandarê Heşdî Vatanî Mahmût Sûrçî got ku hikûmeta Iraqê, ji bo şandina çekan soz dabû wan; lê hê jî ji wan re çek neşandi ye, ji ber vê yekê çekên wan kêm in. Sûrçî got ku pêdiviya wan bi çekan heye û wan listeyeke çekan amadekir û ji Wezareta Parastinê ya Iraqê re şand. Sûrçî got dema ku çek bên berdestê me dê perwerdeya sûdewartir be.
Sûrçî got ku 120 jê jin bi tevahî 8 hezar kesî serî li me da û xwestin ku di operasyona Mûsilê de cih bigrin.
Sûrçî destnîşan kir ku pêşmergeyan ji aliyê rojhilat û bakûr ve Mûsila ku DAEŞê dagirkiriye dor pêç kir û got ku li eniyê, di pêşiya hemû hêzan de dê ciwanên kurd şer bikin.