NETEWEYÊN YEKBÛYÎ
Li Sûriyêyê piştî şer, bi sed hezaran mirov ji welatê xwe veqetiyan û li welatên derdorê bûn penaber. Ji bo wan kon hatin vegirtin, kamp hatin avakirin. Lê halê wan ne hal e û ji bo vê jî Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Ban Kî-mûn û Serokê Banqeya Dinyayê Jîm Yong Kîm, ji bo alîkarî û piştgiriya wan penaberan bangî kes û dewletan kirin ku bi awayekî lez alîkariya wan bikin.
Di civîna ku li navenda NYyê hat kirin de hat diyarkirin ku rewşa penaberên li Lubnan, Urdun û Tirkiyeyê ji aliyê NYyê ve, ji nêz ve tê teqîp kirin.
Serokê Banqeya Dinyayê Kîm jî ji Washîngtonê bi vîdeoyê tevlî civînê bû. Kîm diyar kir ku heke dewletek bixwaze alîkariyê bide Sûriyê, Banqeya Dinyayê jî amadeye ku bi vê dewletê re bixebite. Kîm destnîşan kir ku bi taybetî jî halê ku penaberên li Urdunê tê de ne, halê bêhalan e, gelek kêmasiyên wan hene û wiha dewam kir: "Hefteya borî ez çûme Tirkiyeyê. Tirkiyeyê heta niha ji 500 hezarî zêdetir penaber ezimandine. Rewşa penaberên li Tirkiyeyê ji yên Urdun û Lubnanê çêtir e."