Fîloya azadiyê ya 3yemîn armanc dike ku dorpêça li ser Xezeyê rake û amûrên alîkariyê bigihîne herêmê. Ji bo ku îsraîl êrîşî fîloya azadiyê ya 3yemîn neke bangî cikava navneteweyî hatkirin.
Rayedarê "Kampanyaya Avrûpayê ya ji bo dorpêça li ser Xezeyê rabe" Ramî Abdû û Nûnerê Xezeyê ya Weqfa Alîkariya Mirovahî (ÎHH) Mehmet Kaya derbarê Fîloya Azadiyê ya 3yemîn de civîna çapemeniyê li dar xist. Fîloya Azadiyê ya ku armanc dike dorpêça li ser Xezeyê rake û amûrên alîkariyê bigihîne herêmê dê ji Atînayê bi rê keve û bigihêje Xezeyê.
Abdû di civînê de ragihand ku fîlo herî kêm ji 5 kestiyan pêk tê û piştî muameleyên dawî dê ber bi Xezzeyê ve birê keve. Abdû wiha axivî: "Em hişyarî didin dinyayê û dibe ku Îsraîl êrîşî fîloya azadiyê ya 3yemîn bike. Kî zirarê bide bêşdarvanan em ê li dadgeha navnetewî bişopînin."