Kasım İleri
29 Gulan 2021•Rojanekirin: 30 Gulan 2021
Wezareta Parastina Amerîkayê (Pentagon) ji bo mesrefên parastina darayî ya 2022yan 715 milyar dolar xwest û di nav wê daxwazê da ji bo "Bernameya Perwerde-Çekdarî ya Têkoşîna li Dijî DEAŞê" ku li Sûriye û Iraqê YPG/PKKya rêxistina terorê jî tev e 522 milyon dolar wek fon hat xwestin.
Rêveberiya Joe Biden xwesteka butçeya federal a dixwest pêşkêşî kongreyê kir û ji bo mesrefê parastina darayî ya 2022yan 715 milyar dolar xwest.
- Ji bo bernameya YPG/PKK jî tev e 522 milyon dolar hat xwestin
Di budçeyê da para ji bo bernameya perwerde-çekdarî ya ku li Sûriye û Iraqê dijî DEAŞê dest pê kiribû, dihat xwestin bal kişand.
Serokê berê Barack Obama di sala 2017an da di çarçoveya têkoşîna li dijî DEAŞê da ev qisim li budçeya parastinê zêde kiribû lê niha DEAŞa rêxistina terorê bi piranî ji holê rabûye û ev qisim hê jî lê tê zêdekirin.
Di belgeyê da ji 522 milyon dolarê tê xwestin 345 milyon dolar bo Hêzên Ewlehiya Iraqê û 177 milyon dolar jî ji "Kes û Komên Sûriyeyî yên Hatine Kontrolkirin" ku YPG/PKK jî tevî wan e hat xwestin.
Di budçeya sala 2020î da YPG/PKK jî tev li Sûriyeyê bo komên piştgirên Amerîkayê 250 milyon dolar û bo ewlehiya sînor 300 milyon dolar pere hatibû cihêkirin.