Önder Beyter
24 Gulan 2018•Rojanekirin: 25 Gulan 2018
STRAZBURG
Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) biryara wê yekê da ku Roj TVyê propagandaya rêxistina terorê kiriye û biryara betalkirina lîsana weşanê ya bi destê dadgeha Danîmarkayê jî di cih da ye û herwiha serîlêdana vê dezgeha weşanê red kir.
DMMEyê serîlêdana Roj TVyê nirxand.
Dadgeha Bilind a Danîmarkayê biryara betalkirina lîsansa weşanê û cezayê pere yên ku dadgeha Danîmarkayê di tîrmeha 2013an da li Roj TVyê birîbû, erê kiribû û li ser vê yekê jî Roj TVyê di 2014an da serî li DMMEyê dabû. Dadgehê bersiva nexêr da serîlêdana Roj TVyê.
Dadgehê da bibîrxistin ku li Danîmarkayê gelek lîsansên weşana têlevîzyonê yên şîrketa "Mesopotamia Broadcast"ê hene û herwiha vê şîrketê ji 2004an pê va weşanên wekî propagandaya rêxistina terorê PKKyê tên nirxandin, kirine ku ji ber vê çendê biryara dadgeha Danîmarkayê ya daxistin û cezayê pere di cih da ye.
Di sedemê biryarê da hat destnîşankirin ku Roj TVyê di weşanên xwe da propagandaya rêxistina terorê PKKyê kiriye ku PKK li Danîmarka, Yekîtiya Ewropayê û gelek welatên din wekî rêxistineke terorê tê qebûlkirin û herwisa qanal ji aliyê dadgehên Danîmarkayê hatiye darizandin û lîsansa wê hatiye betalkirin.
Di biryarê da herwiha hat destnîşankirin ku ew yek hat tesbîtkirin, Roj TVya ku di navbera 2006-2010an da weşan kir, ji aliyê PKKyê va hatiye fînansekirin û girseyeke mezin li weşanên wê yên ku propagandaya terorê û tundiyê di xwe da dihewîne, temaşe kiriye.
Biryara redê bi yekdengî hat wergirtin
Rêveberiya Roj TVyê îdia kiribû ku madeya 10emîn a der heqê azadiya beyanê ya Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê hatiye binpêkirin û serî li DMMEyê dabû.
Doza der heqê ROj TVyê da di 2005an da dest pê kiribû. Dadgeha Bajarê Kopenhagê di rêbendana 2012an da ji ber sedemê ku ji rêxistina terorê PKKyê ra bûye alîkar da ku ji xwe ra piştevaniya madî bîter bike, cezayê pere li têlevîzyonê birîbû. Di îlona 2012an da jî 8 kesên ku bi piştevaniya PKKyê va dihatin tawanbarkirin, hatibûn binçavkirin.
Dadgeha Bilind a Rojhilatê (Ostre Landsret), di 3yê Tîrmeha 2013an da hukmê wê yekê dabû ku PKK piştgiriya Roj TVyê dike û ligel MMC, Nûce TV û Roj TV, lîsansên weşanê yên hemû dezgeh û têlevîzyonên li ser şîrketa Weşana Mezopotamyayê betal kiribûn.
Dadgehê ji xeynî vê, ji ber propagandaya terorê 5,2 milyon kronê Danîmarkayê dabû her yek şîrketekî. Dadgeha Bilind a Temyizê ya Danîmarkayê jî di 27ê Sibata 2014an da biryara Dadgeha Bilind a Rojhilatê pesend kiribû.