Haydar Şahin
18 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 19 Cotmeh 2017
DÊRAZORÊ
Ji ber êrîşên hêzên rejima Beşar Esed û PKK/PYDya rêxistina terorê yên li ser Dêrazorêya bajarê Sûriyeyê ya ku di kontrola DEAŞê da ye bi hezaran sivîl navenda bajêr terk dikin.
Rejima Esed û PKK/PYDya rêxistina terorê ji bo ku Dêrazorê ji DEAŞê bistînin meha borî operasyonên cuda dabûn destpêkirin. Ji ber êrîşên ji hewayê yên rejima Esed sivîlên li Dêrazorê bajêr terk dikin.
Rejim ji piştgiriya Rûsyayê, PKK/PYD jî ji piştgiriya DYAyê yên ji hewayê îstifade dikin û ji bo ku herêma dewlemendê vejenê bi dest bixin ketine reqabetê.
Ji berê domandina êrîşan bi hezaran sivîl ji herêmên di destê DAEŞê da ne direvin. Lêbelê sivîl ji bo ku ji êrîşên ji hewayê xilas bibin dibê ji bajarê li rexê Çemê Firatê derbasî wî aliyê çêm bibin.
DEAŞa ku dixwaze sivîlan wek mertalê zindî bi kar bîne jî destûrê nade sivîlan ku ji bajêr herin. Kesên ku firsendê dibînin û ji bajêr derdikevin jî berî xwe didin Hesekeya di kontrola PKK/PYDyê da.
PKK/PYD jî sivîlên ji cî û warên xwe hatine kirin li kampan di kontrola xwe da digre. Li kampan şert û merc baş nînin, rêxistin bi tenê bi pereyan va destûrê dide ku sivîl ji kampan derkevin.
- "Em ji êrîşên rejimê revîn"
Mihemed Elî yê ku ji ber êrîşên rejimê ji Dêrazorê revî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got, "4-5 roj e em li ser rê û dirban e. Em ji êrîşên rejimê revîn. DEAŞ destûrê nade ku sivîl birevin. Hewl dide ku wan di nav bajêr da bide sekinadin. Şikur ji Xwedê ra em derketin. Malbata min bi min ra ye û em li vê derê ne."