Ahmet Aydın
11 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 12 Tîrmeh 2018
BRUKSEL
Serokê Komara Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Amerîkayê Donald Trump di Lûtkeya NATOyê de tewqeya wan a samîmî ya di beşa ku ji bo hevdîtina dualî ya serokan hatibû veqetandin de, bal kişand.
Erdogan di çarçoveya Lutkeya NATO de ya ku li Bruksela paytextê Belcikayê tê lidarxistin, hevdîtinên dualî hatin kirin.

Di çarçoveya Lûtkeyê de di beşa ku ji bo hevdîtina dualî ya serokan hatibû veqetandin de demên balkêş di wêneyan de rengvedan.
Serok Erdogan, dema derbasbûna odeyê ya ku hevdîtina xwe ya dualî dikir pêrkî Serokê Amerîkayê Trump û Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron hat û demekê bi wan re sohbet kir.

Di wê demê de tewqeya samîmî ya Recep Tayyîp Erdogan û Trump bal kişand.
Erdogan piştî kurte sohbeta xwe ya digel Trump û Macron, digel Şansolyeya Almanyayê Angela Merkelê bi qasî 40 deqîqeyan hevdîtinek encam da.