SILÊMANIYE
Keşîş Pawlo Delolyo jî bi cînarên xwe yên misilman re rojiyê digire û wekî misilmanan radibe paşîvê. Delolyo diyar kir ku ew ê jî hemû Remezanê rojî bigire.
Delolyo ji nûçegîhanê AAyê re axivî û got ku ez ji bo ku her du dîn nêzî hev bin, têkiliyên biratiyê xurt bibin û weke nişaneyeke dilpakiyê rojî digirim.
Ji keşîşên Dêra Mar Yusîv ya Silêmaniyê Eymen Ezîz Hormîz got ku keşîşê hevalê me Pawlo Delolyo ji bo xweşbînî û rêzdariya me nîşanî birayên me yên misilman bide, di meha Remezanê de rojî digire. Ez jî Remezana hemû misilmanan pîroz dikim. Xwedê rojiya her kesî qebûl bike.
Hormîz dest nîşan kir ku li bajarê Silêmaniye yê dîrokî bi birayên xwe yên misilman re di nav aşitiyê de dijîn. Hormîz got ku heya niha bi misilmanan re di vî bajarî de tu pirsgirêkên me çênebûne û em heya niha bi biratî jiyan û em ê di nav biratiyê de jî bijîn.
Malbatên misilman ji hesasiyeta malbatên file kêfxweş in.
Berdevkê Yekitiya Alimên Îslamê yê Herêma Kurdistana Federal ya Îraqê (HKFÎ) Cefer Givanî got ku rojîgirtina birayê me yê keşîş nîşan dide ku têkiliya biratiyê ya di navbera her du dînan de xurt bûye. Ji bo me ev pêngav gelek girîng e. Cara ewilîn e ku keşîşekî ji bo ku xweşbinîya xwe nîşan bide û hestên biratiyê diyar bike, bi misilmanan re rojî digire.
Li Silêmaniyê 250 malbatên file dijîn.