Önder Beyter
15 Adar 2018•Rojanekirin: 15 Adar 2018
RAMALLAH
Koma muzîkê ya navdar a Filistînî "Le Trio Joubran" li hemberî biryara Amerîkayê ya veguhestina balyozxaneya xwe ji Tel Avîvê bo Qudsê, straneke nû çêkir.
Muzîkjenê Îngiliz Roger Waters ku piştgiriya meleseya Filistînê dike û herwiha endamê Teşebusa Boykota Dijî Îsraîlê ya Seba Filistînê (BDS) ye, strana ku li ser hesabê fermî yê "Le Trio Joubran" ê Facebookê hat weşandin, got. Waters di strana ku navê wê "Berzbûna Serweriyê" ye da beşek ji berhema şairê Filistînî Mehmûd Derwêş a bi navê "Xutbeya Çermsor bo Mirovê Spî" xwend.
Di vê helbesta Derwêş da behsa serhatiyên çermsorên Amerîkayî tê kirin.
Serokê Amerîkayê Donald Trump di 6ê Berfanbara 2017an da daxuyandibû ku Qudsê wekî "Paytextê Îsraîlê" nas dike.