Haydar Şahin,Nihat Kavşut
07 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 08 Tîrmeh 2017
CRANS-MONTANA
Ji bo ku çareserkirina mijara Qibrisê di 12ê rêbendanê da rûniştina ewil Konferansa Qibrisê li Cenevreyê hatibû kirin, di roja 10an a rûniştina teze ya konferansê da tu encamek nehat bidestxisti.
Di roja dawîn a konferansê da Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonîo Geterres, Serokomarê Komara Qibrisa Bakur a Tirkan Mustafa Akinci û lîderê rûm Nîkos Anastasiadis, li ser navê Tirkiyeya dewleta garantor Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu, Wezîrê Karên Derva yê Yewnanistanê Nikos Kotzias, Wezîrê Berpirsiyarê Ewropa û Amerîkayê yê Îngiltereyê Alan Duncan, Şêwirmendê Taybet ê Qibrisê Yê Sekreterê Giştî yê NEyê Espen Barth Eide û Federica Mogheriniya Nûnera Payebilind a Poltîkayên Ewlekariyê ya YEyê ya ku wek çavdêr beşdarî konferansê bibû hatin ba hev.
"Çi kete ser milên Tirkiyeyê me kir
Piştî civînê Wezîr Çavuşoglu civîna çapemeniyê li dar xist û got, "Mixabin rûniştina duyan a Konferansa Qibrisê ya ku di 28ê hezîranê da li Crans-Montanayê dest pê kiribû bê encam ma."
Çavuşoglu got ku ji 12ê rêbendanê vir da ji bo çareseriyeke adil, berfireh û bê domandin çi kete ser milên Tirkiyeyê me kir.
Mevlut Çavuşoglu li ser pirsa "Terefê rûm di pêvajoya mizakereyên Crans-Montanayê da hin belge û agahiyan da ji bo çapemeniya xwe serwîs kir, ev li ser encama konferansê tesîrê çêkir?" wiha got: "We jî pêvajoyê teqîb kir. Mixabin hin helwest û tevgerên bi rastî û duristiyê nakevin qewimîn."
Çavuşoglu li ser pirsa "Li Qibrîsê ji vir pê va hûn ê çi bikin?" destnîşan kir li konferansê hêviyeke teze tunebû û wiha got: "Heger hebûye me yê gazî hin kesan bikira. Wek Tirkiye em ê ji vir pê va bi hev bişêwerin û bi demê ra helwesta xwe eşkere bikin."
Konferansa Qibrîsê ya li Swîsreyê di 28ê Hezîranê da dest pê kiribû.
Piştî Akinciyê Serokomarê Qibrîsê dest bi wezîfeyê kir bi navbeynkariya Eîdeyê Şêwirmendê Taybêt yê Qibrîsê yê Sekreterê Giştî NYê mizakereyên li ser Qibrîsê di Gulana 2015an da cardin da destpêkirin.
Mizakere ji sernavên "Aborî", "Yekîtiya Ewropayê", "Mulkiyet"
, "Parvekirina Rêvebirî û Hêzê", "Ax" û "Ewlehî û Pêbawerî"yê pêk dihat.