Önder Beyter
18 Mijdar 2018•Rojanekirin: 18 Mijdar 2018
QUDS
Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu spasiya Serokê Amerîkayê Donald Trump kir ku rêveberiya Washingtonê îsal li dijî biryara Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya ku bi destê Îsraîlê dagirkirina Girên Golanê şermezar dike, derket.
Serokwezîr Netanyahu ku di civîna asayî ya kabîneyê ya hefteyê da axivî û diyar kir ku Balyozê Amerîkayê li Îsraîlê David Friedman beriya dengdayînê ew agahî dayê ku ew ê li dijî pêşnumaya li Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ku bi destê Îsraîlê dagirkirina Girên Golanê şermezar dike, deng bidin.
Netanyahu wiha axivî, "Îsraîl wê timî li Girên Golanê bimîne û Girên Golanê wê timî di destê me da bin."
Netanyahu herwiha spasiya Serokê Amerîkayê Trump û Nûnera Amerîkayê ya Mayînde li NYyê Nikki Haleyê kir ku Amerîka ev cara yekemîn e li dijî biryara şermezarkirinê derdikeve.
Biryara Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ku bi destê Îsraîlê dagirkirina Girên Golanê şermezar dike, bi piştgiriya 150 welatî va roja înê hatibû qebûlkirin. Amerîka û Îsraîl li dijî biryarê derketibûn, 14 welatên ku di navê da Awistralya, Kamerun û Kanada hene jî bêalî mabûn.
Biryara Lijneya Giştî ya NYyê ku bi destê Îsraîlê dagirkirina Girên Golanê şermezar dike, hemû çalakiyên Îsraîlê yên li Golanê wekî bipêkirina hiqûqa navneteweyî û nederbasdar pênase dike.
Girên Golanê ku xaka Sûriyeyê ye, ji 1967an vir va di bin dagiriya Îsraîlê da ye.