Abdullah Tel
26 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 27 Rêbendan 2019
WASHINGTON
Rageşiya "hikûmeta meşrû" ya di navbera rêveberiya Amerîkayê û Venezuelayê da dewam dike û Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) jî ragihand ku bo sewqiyata eskerî ji Qesra Spî hê tu telîmat hilnedane.
Der heqê mijarê da rayedarekî Pentagonê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got: "Me ji bo sewqkirina keştî û yan jî balafirekê ya ber bi herêmê va tu telîmat hilneda."
Serokê Dewleta Venezuelayê Nîcolas Maduro ji bo dîplomatên Amerîkayê bi qasî 72 saet wext dabû ku bila welêt biterikînin û ji rayedar hat pirsîn heke ji ber vê yekê pirsgirêkek derbikeve artêşa Amerîkayê bo mudaxeleyê amadeye yan na? û wî jî got: "Li wê derê Fermandariya Qada Başûr heye. Em li wê derê her tim ji bo ku piştgiriyê bidin şirîk û mutefîqên xwe li wê derê bi cih bûne. Ji ber vê jî dema ku tiştek biqewime ji bo ku piştgiriya personelên xwe bikin em amade ne."