19 Nîsan 2017•Rojanekirin: 20 Nîsan 2017
ÎDLIB/ANKARA
Piştî ku li Sûriyeyê di navbera Beşar Esed û muxalifên leşkerî de ji bo herêmên ku hatine dorpeçkirin lihevkirin çêbû, ji Şam û Îdlibê bi tevahî 3 hezar û 700 kes hatin tehliyekirin.
Li gor agahiya nûçegihanên AAyê yên li Îdlibê, ji bajarokên Bikkîn, Madaya, Zebadanî, Cebel Şerqê û Eyn el Fîceyê yên li paytextê ne îro serê sibê bi 10 otobêsan va qasî 700 kesê sivîl û leşker hatin tehliyekirin.
Konvoya otobêsan piştî kontrola li taxa Ramuseya Helebê wê here Îdlibê.
Li hember van kesan li Îdlibê jî ji Fua û Kefreya ku ji hêla muxalifan va hatiye dorpeçkirin 3 hezar sivîl û hêzên rejimê hatin tehliyekirin. Ev konvoy jî gihîşte taxa Raşîdînê ya li Helebê.
Ji bilî van bendê ne ku 750 mehkûm ji girtîgehan bên berdan.
Piştî ku lihevkirina hêzên rejimê û muxalifên leşkerî ji Madaya, Zebadanî, Fua û Kefreyayê hefta borî bi tevahî 7 hezar û 350 kes hatibûn tehliyekirin.
Ji ber ku rejimê guh nedabû lihevkirinê û zextî kiribû ku ji Fua û Kefreyayê zêdetir kes bên derxistin hin pirsgirêk çêbûbûn.
Dema ku konvoy li cihên kontrolê disekinîn êrîşeke bibombe çêbûbû. Di êrîşê de 100 kesên ku ji sivîl, wezîfedarên Hîva Sor a rejimê û leşkerên ku konvoy diparastin pêk dihat miribûn.
Muxalifan ev êrîş şermezar kiribû. Lê tu kesî berpirsyariya vê êrîşê hilnedabû li ser xwe.
Ji bo tehliyeyên nû di navbera rejimê û muxalifan de hevdîtin dewam dikin.