Önder Beyter
23 Nîsan 2018•Rojanekirin: 24 Nîsan 2018
WASHINGTON
Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron wiha got, "Piştî DEAŞê divê em Sûriyeyeke nû ava bikin û ji ber vê çendê girîng e ku Amerîka li Sûriyeyê bimîne."
Macron beriya ziyareta xwe ya Amerîkayê, di hevpeyvîna xwe ya ligel Fox TVyê da li ser daxuyaniya Serokê Amerîkayê Donald Trump a der heqê vekişîna ji Sûriyeyê da axivî.
Macron wiha got, "Ez ê pir eşkere bibêjim. Heger em di wê roja ku şerê me yê dijî DEAŞê xilas bû da bi temamî ji wê derê derkevin, wê demê qad wê ji Îran, Esed û mirovên wî ra bimîne ku ev jî tê wê wateyê wê xwe ji şerekî nû ra amade bikin. Ev jî wê bibe sedem ku terorîst cardin derkevin holê."
Serokomarê Fransayê Macron wiha dewam kir, "Piştî DEAŞê divê em Sûriyeyeke nû ava bikin û ji ber vê çendê girîng e ku Amerîka li Sûriyeyê bimîne. Piştî DEAŞê di avakirina Sûriyeya nû û biryara gelê Sûriyeyê ya li ser siberoja xwe da Amerîka, Fransa, mitefiqên me, hemû welat û heta Rûsya û Tirkiye wê roleke pir girîng bilîzin."
- "Li hemberî Pûtîn divê em qels nebin"
Macron der heqê Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn da jî wiha got, "Li hemberî Pûtîn divê em qels nebin. Dema em qels dibin, ew jî vê yekê diemilîne."
Macron wê di çarçoveya seredana xwe ya Amerîkayê da îro ligel Donald Trump rûnê.
Tê pêşbînîkirin ku Macron roja çarşemê li Kongreyê axaftinekê bike.