Önder Beyter
31 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 02 Rêbendan 2018
RAMALLAH
Serokê Dewleta Filistînê Mehmûd Ebas bi têlefonê li sembolê berxwedana Qudsê Fewzî el-Cuneydiyê 16 salî geriya.
Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Filistînê WAFAyê, Ebas li sembolê berxwedana Qudsê Cuneydî geriya û ji ber helwesta wî ya di binçavkirinê da ew pîroz kir.
Ebas bal kişand ku ev helwesta çik û bibiryar a hemû gelê Filistînê ya li dijî bûyerên bi vî rengî wê wê di encamê da dewleteke Filistînê ya ku Quds paytexta wê ye, bi dest bixe.
Cuneydiyê 16 salî yê filistînî di 7ê berfanbarê da li bajarê El Xelîl ê li Şerîeya Rojava ku dagirkirî ye, bi destê leşkerên Îsraîlê çavên wî hatibû girêdan û bi wî hawî hatibû binçavkirin. Vê dîmenê jî herwiha di medyaya civakî da gelekî deng vedabû.
Sembolê berxwedana Qudsê Cuneydî ji aliyê dadgeha leşkerî ya Îsraîlê bi kefaletê hatibû berdan û darizandina wî jî wê bi awayekî negirtî dewam bike. Ji ber lêdana leşkerên Îsralê girikê milê rastê yê Cuneydî şikestibû.
Cuneydî wê di 14ê Rêbendana 2018an da dîsa derkeve pêşiya dadgehê.